https://mino.dk/covid19/kurdi/#desteya-tenduristiye-penaseya-tarif-komen-xeter-diguhere
06/05/2020 /
/Heta niha Desteya Tenduristiyê di derbarê komên xeter ên COVID-19 de pênaseyeke (tarîfeke) pir fireh bikaranî. Desteya Tenduristiyê niha zelal kir ku kîjan kom di bin xetera nexweşiya ciddî de ye di derbarê tûşiya virusa Koronayê de.
Niha 7 komên xeter hene:
1.Mirovên salmezin – girêdayê rewşa tenduristiyê
Tecrûbeya bi vîrusê heya niha destnîşan dike ku mirovên ji 70 salî mezintir, û bi taybetî kesên ji 80 salî mezintir, di xetera herî mezin de ne ji bo nexweşiyeke cîddî. Kesên 65 salî û ciwantir bi taybetî di xetereyê de ne eger nexweşên kronîk in.
Ango kesên ji 65 salî mezintir êdî xweger (otomatîk) wek endameke komeke xeter nayên hesibandin, eger tenduristiya wan baş bin û di warê fîzîkî de çalak bin. Ev jî tê wê wateyê ku bapîr/dapîrên saxlem dîsa dikarin neviyên xwe yên saxlem bibînin û hembêz bikin.
2.Niştecîhên malên extiyaran
Niştecîhên li malên extiyaran (salmezinan) normalî pîrtir in, nexweşên kronîk in û di asta kar û çalakiyê de asteng hene. Ew hemî dibe sedema xetereke zêde.
3.Kesên bi zêde kîlo (qelew)
Zêde kîlo/qelewbûn bêtir li cem kesên bi nexweşiyên kronîk ên wekî şekir an nexweşiya kardiovaskuler de tê dîtin. Bi taybetî kesên ji BMI-ya 35 zêdetir, an BMI-ê li ser 30-ê re bi nexweşiyek kronîk re hevbeş, di xetera nexweşiyeke cidî ya tûşbûna COVID-19 de ne.
4.Kesên bi hin nexweşîyên kronîk
Ev nayê watê ku hemî nexweşên kronîk di komeke xeter de ne, bi taybetî eger baş betê derman kirin. Hûn dikarin lîsta nexweşiyên ku bi COVID-19 de cîdî ne li vir bibînin:
https://www.sst.dk/da/Udgivelser/2020/Personer-med-oeget-risiko-ved-COVID-19
5.Hin zarokên bi nexweşiyên kronîk
Dibe ku xetera COVID-19 bo zarokên bi nexweşiya kronîk re mezintir bin. Ev zarokên ku jixwe di derbarê pandemiyê de rewşên taybetî hebin derbarê dibistan an lênêrîna zarokan / baxçê zarokan. Ji bo van zarok û malbatên wan li şûna dermankirinê şêwirmendiya taybet tê dayîn.
6.Kesên bêyî rûniştina timî (daîmî)
Kesên bêyî rûniştineke timî (daîmî) pir caran kêm derfetên wan hene ku paqijiya xwe baş bikin. Her wiha kêm derfetên wan hene ku ji kesên din dûrahiyekê bihêlin. Ev dibe sedema xetera tûşiya zêde. Ji bilî wê, gelek mirovên bêyî malên timî her wiha nexweşên kronîk in. Ji ber vê jî bêtir di xeterê de ne ji bo bi awayekî cîdî nexweş bibin.
7.Jinên ducan (hemle)
Li gor prensîbeke baldarane jinên ducan bi gelemperî bêtir tûşî dibin. Ev nehat îspatkirin ku jinên ducanî an zarokek çênebûyî nexweşek cidîtir ji ya gelên mayî re hene. Lêbelê, carcaren tê dîtin ku jinên ducanî ji ber COVID-19 di sê mehên yekem de radibin nexweşxanê, berê zayîna plankirî bi sezaryen zarok tînin dinyayê. Digel vê yekê, ji bo dayik û zarok xetereyên normal hene.
10/07/2020
App’a Tûşbûn|App’a rawestan appeke ku alikariya me hemiyan dike ku em karibin belavbûna COVID-19 li Danîmarkê rawestînin. Bi sedema appê […] Læs mere… Læs mere…
08/07/2020
Niha rêwîtî mûmkin e ji bo hejmarek mezin ji welatên Yekîtiya Ewropî / Schengen û Brîtanya, ji ber ku li […] Læs mere… Læs mere…
08/06/2020
Ji Duşemî, 8ê Hezîrana 2020ê, çend cihên Danîmarkayê dê vebin, wekî: Cihên lîstikê, hewza melevaniyê û deverên lîstikê û melevaniyê […] Læs mere… Læs mere…
29/05/2020
Kurtiya civîna çapemeniyê di Wezareta Dewletê de, înî 29ê Gulanê 2020 Hemî rêwîtiyên li derve heta 31ê Tebaxê nayên pêşniyar […] Læs mere… Læs mere…
19/05/2020
Êdî pêwîst nake ku tu serî doxtorê xwe bide ji bo wextekî ezmûna/testê koronayê. Ji hefteya bê, hemî hemwelatiyên gihîştî […] Læs mere… Læs mere…
13/05/2020
Kurtiya civîna çapemeniyê di Wezareta Dewletê de, 12ê Gulanê 2020 Danîmarka di van demên dawîn de pir kesan ji bo […] Læs mere… Læs mere…
12/05/2020
Hin kes dest bi çikilandin û honandina devpaçên/rûpoşên (maske) dev kirine? Lê devpaçên/rûpoşên (maske) dev ku li malê hatine çikilandin […] Læs mere… Læs mere…
07/05/2020
Kurteya civîna ragehandinê ya 7ê Gulanê ligel serokwezîr Mette Frederiksen Danîmarkiyan pabendî rênimayên rayedaran di derbarê dûrahiyê, paqijiyê, û hwd […] Læs mere… Læs mere…
04/05/2020
Kesên ku di bin xetera nexweşiyeke giran bi tûşbûna COVID-19 de ye, niha dikarin peywendî bi bijîşkê xwe re bikin […] Læs mere… Læs mere…
21/04/2020
Em di yekemîn qonaxa jinûvevekirina civaka xwe ne. Ev tenê ji ber ku petaya Koronayê li Danîmarkayê ketiye di bin […] Læs mere… Læs mere…
Hvert eneste medlemskab og donation styrker Mino Danmarks legitimitet og eksistensberettigelse.
Det gør en forskel og styrker foreningens muligheder for at lykkes med at skabe et lige samfund, uanset etnisk baggrund.
Hvert eneste medlemskab og donation styrker Mino Danmarks legitimitet og eksistensberettigelse.
Det gør en forskel og styrker foreningens muligheder for at lykkes med at skabe et lige samfund, uanset etnisk baggrund.