https://mino.dk/covid19/kurdi/#kurteya-civina-rojnamevani-ye-wezareta-dewlete-6e-nisane-saet-20
06/04/2020 /
/Rewş stabîl e û ber bi başiyê ve diçe. 503 di nexweşxanê de ne, 39 di bin çavdêriya tund de ne û 187 kes jî mixabin jiyana xwe ji dest dan.
Serokwezîr dû re bal kişand ser belavbûna koronayê û got vîrûs bi derengiya sê-çar hefte belav dibe. Ji ber vê jî cihê xemgînîyê ye ku hin kes rehet tevdigerin û nimûne dest bi plankirina firavîn betlana Nîsanê dikin.
Ji ber vê serokwezîr plana qonaxa yekemîn ji bo jinûvevekirina Danîmarkê eşkere dike. Hemî xalên planê girêdayê pabendbûna welatiyan bi rênmayên rayedaran in: destê xwe gelek caran û baş bişo, navber bidin navbera xwe û gelek kes kom nebin.
Qonaxa yekemîn a jinûvevekirinê wisa ye
Serokwezîr tekez dike ku tenê eger rewş ber bi başiyê ve biçe dikarin jinûvevekirinê bicîh bikin – û em hemû berpirsiya xwe bi pabendbûna rênmayan bînin cih.
Ji bilî vê, hinek însîyatîfên din divê heta 10ê Gulanê bê dirêj kirin, wekî:
• Girtina sînoran.
• Qedexekirina ji zêdetirî 10 kesan.
• Berbiçavkirina rênimayan.
• Girtina dibistanên xwendina bilind, pirtûkxane, sînema, navendên kirînê, qahwe.
• Karen lîberal ên piçûk ên wekî sertaş (berber), tatoo û wekî din têne dirêj kirin.
Serokwezîr banga sebirbûn û arambûnê li herkesî kir. Tiştek mîna berê nîne – û jiyana me ya rojane heta gelek mehan venagere civaka me.
Ji bilî vê, wê behsa tiştên din ên taybet kir:
Carek din, Serokwezîr banga xwe dubare dike û dibêje gerek civakê meziniya xwe nîşan bide, bi taybetî bank û şîrketên kirêkirinê yên mezin ku divê piştgiriyê destnîşan bikin – lê her wiha hemwelatiyan jî, ku piştevanê dikanên xwe yên herêmî û şîrketên biçûk bin
Di derbarê dezgeha karûbarê tenduristiyê serokwezîr dibêje ku bêtir test (ezmûn) di rê de ji bo xuyakirina belavbûna vîrûsa Koronayê. Her wiha pir hewl didin ku zanibin karmendên tenduristiyê hemî cîhazên wan ên hewce hene.
Di dawiyê de Serokwezîr tekez dike ku herî girîng ev e ku em hemî beşdar bibin. Ev bi her kesê ve girêdayî ye ku erka xwe pêk bîne. Ev şert e ji bo ku em karibin ji nû ve bi awayekî hêdî civaka xwe dîsa vekin.
10/07/2020
App’a Tûşbûn|App’a rawestan appeke ku alikariya me hemiyan dike ku em karibin belavbûna COVID-19 li Danîmarkê rawestînin. Bi sedema appê […] Læs mere… Læs mere…
08/07/2020
Niha rêwîtî mûmkin e ji bo hejmarek mezin ji welatên Yekîtiya Ewropî / Schengen û Brîtanya, ji ber ku li […] Læs mere… Læs mere…
08/06/2020
Ji Duşemî, 8ê Hezîrana 2020ê, çend cihên Danîmarkayê dê vebin, wekî: Cihên lîstikê, hewza melevaniyê û deverên lîstikê û melevaniyê […] Læs mere… Læs mere…
29/05/2020
Kurtiya civîna çapemeniyê di Wezareta Dewletê de, înî 29ê Gulanê 2020 Hemî rêwîtiyên li derve heta 31ê Tebaxê nayên pêşniyar […] Læs mere… Læs mere…
19/05/2020
Êdî pêwîst nake ku tu serî doxtorê xwe bide ji bo wextekî ezmûna/testê koronayê. Ji hefteya bê, hemî hemwelatiyên gihîştî […] Læs mere… Læs mere…
13/05/2020
Kurtiya civîna çapemeniyê di Wezareta Dewletê de, 12ê Gulanê 2020 Danîmarka di van demên dawîn de pir kesan ji bo […] Læs mere… Læs mere…
12/05/2020
Hin kes dest bi çikilandin û honandina devpaçên/rûpoşên (maske) dev kirine? Lê devpaçên/rûpoşên (maske) dev ku li malê hatine çikilandin […] Læs mere… Læs mere…
07/05/2020
Kurteya civîna ragehandinê ya 7ê Gulanê ligel serokwezîr Mette Frederiksen Danîmarkiyan pabendî rênimayên rayedaran di derbarê dûrahiyê, paqijiyê, û hwd […] Læs mere… Læs mere…
06/05/2020
Heta niha Desteya Tenduristiyê di derbarê komên xeter ên COVID-19 de pênaseyeke (tarîfeke) pir fireh bikaranî. Desteya Tenduristiyê niha zelal […] Læs mere… Læs mere…
04/05/2020
Kesên ku di bin xetera nexweşiyeke giran bi tûşbûna COVID-19 de ye, niha dikarin peywendî bi bijîşkê xwe re bikin […] Læs mere… Læs mere…
Hvert eneste medlemskab og donation styrker Mino Danmarks legitimitet og eksistensberettigelse.
Det gør en forskel og styrker foreningens muligheder for at lykkes med at skabe et lige samfund, uanset etnisk baggrund.
Hvert eneste medlemskab og donation styrker Mino Danmarks legitimitet og eksistensberettigelse.
Det gør en forskel og styrker foreningens muligheder for at lykkes med at skabe et lige samfund, uanset etnisk baggrund.