https://mino.dk/covid19/kurdi/#qonaxa-duyemin-a-jinuvevekirine-niha-dest-pe-dike
07/05/2020 /
/Kurteya civîna ragehandinê ya 7ê Gulanê ligel serokwezîr Mette Frederiksen
Danîmarkiyan pabendî rênimayên rayedaran di derbarê dûrahiyê, paqijiyê, û hwd de bûn. Ji ber vê yekê, nuha derfet heye bo berdewamkirina vebûna hêdî ya Danîmarkayê. Lêbelê, gerek mirov hê jî pabendî rênimayên rayedarên tenduristîyê li ser dûrahiya fîzîkî û paqijiya baş bin. Ji bo serfiraziya jinûvevekirinê girîng e ku kes rêkar û rênimayan ber çav bigrin.
Ji bilî rênimayên naskirî, jinûvevekirinê girêdayê stratejiyeke testkirineke êrîşker e (offensîv). Niha pir bal dikşînin li ser test/ezmûnkirina kesên bi nîşanên sivik, tespîtkirina tûşbûnê (ango tûşbûnê ji ku hate) û îzolekirina yên ku tûşbûn/bi koronayê ketin. Ji bilî wê niha beşek mezintir ji nifûsê vedixwînin ji bo test/ezmûnkirinê, her çend nîşanên wan hebin an na.
Di qonaxa duyemîn a jinûvevekirinê de:
• Vebûna tevahî ya dikan û navendên mezin ên kirînê (molên danûstandinê) di 11ê Gulanê de.
• Xwaringeh, kafe û hwd. dikare xizmetê bikin li gorî rêkarên taybetî yên li ser dûrahiya fîzîkî, hwd xizmet bike – di 18ê Gulanê
• Polên/sinifên 6ê heta 10ê dîsa dikarin biçin dibistanê (di 18ê Gulanê de)
• Çend şîrketên (dikan/şerîke) taybet dikarin jinûvevekin û karmendên wan dikarin werin kar
• Divê werzîşên profesyonel bêyî temaşevan bêne pratîk kirin
• Pirtûkxane ji bo krediya pirtûkan vedikin (di 18ê Gulanê de)
• Hege ew rewşa tenduristiyê rê/destûr bide, werzîşên derve û jiyana komeleyê yê derveyî dikarin ji nû ve vekin.
• Dêr (îbadetxana mesihîyan) û civakên olî bi rengeke baldarî dikarin vekin (di 18ê Gulanê de)
Hê jî biryar nehat dayîn kengî kontrola sînorê ya demkî dê bidawî bibe. Hikûmet debarê vê yekê herî dawî di 1ê Hezîrana 2020ê de radigihîne.
Eger ji ber jinûvevebûyînê tûşbûnê zêde bibin, dê jinûvevebûnê hêdî bibe. Divê dezgeha tenduristîyê karibin rewşê teqîb bikin û divê em di mehên dahatî de xwedî li hev derkevin.
Li vir zêdetir bixwîne:
https://www.regeringen.dk/nyheder/2020/pressemoede-om-genaabning-af-danmark-fase-2/
10/07/2020
App’a Tûşbûn|App’a rawestan appeke ku alikariya me hemiyan dike ku em karibin belavbûna COVID-19 li Danîmarkê rawestînin. Bi sedema appê […] Læs mere… Læs mere…
08/07/2020
Niha rêwîtî mûmkin e ji bo hejmarek mezin ji welatên Yekîtiya Ewropî / Schengen û Brîtanya, ji ber ku li […] Læs mere… Læs mere…
08/06/2020
Ji Duşemî, 8ê Hezîrana 2020ê, çend cihên Danîmarkayê dê vebin, wekî: Cihên lîstikê, hewza melevaniyê û deverên lîstikê û melevaniyê […] Læs mere… Læs mere…
29/05/2020
Kurtiya civîna çapemeniyê di Wezareta Dewletê de, înî 29ê Gulanê 2020 Hemî rêwîtiyên li derve heta 31ê Tebaxê nayên pêşniyar […] Læs mere… Læs mere…
19/05/2020
Êdî pêwîst nake ku tu serî doxtorê xwe bide ji bo wextekî ezmûna/testê koronayê. Ji hefteya bê, hemî hemwelatiyên gihîştî […] Læs mere… Læs mere…
13/05/2020
Kurtiya civîna çapemeniyê di Wezareta Dewletê de, 12ê Gulanê 2020 Danîmarka di van demên dawîn de pir kesan ji bo […] Læs mere… Læs mere…
12/05/2020
Hin kes dest bi çikilandin û honandina devpaçên/rûpoşên (maske) dev kirine? Lê devpaçên/rûpoşên (maske) dev ku li malê hatine çikilandin […] Læs mere… Læs mere…
06/05/2020
Heta niha Desteya Tenduristiyê di derbarê komên xeter ên COVID-19 de pênaseyeke (tarîfeke) pir fireh bikaranî. Desteya Tenduristiyê niha zelal […] Læs mere… Læs mere…
04/05/2020
Kesên ku di bin xetera nexweşiyeke giran bi tûşbûna COVID-19 de ye, niha dikarin peywendî bi bijîşkê xwe re bikin […] Læs mere… Læs mere…
21/04/2020
Em di yekemîn qonaxa jinûvevekirina civaka xwe ne. Ev tenê ji ber ku petaya Koronayê li Danîmarkayê ketiye di bin […] Læs mere… Læs mere…
Hvert eneste medlemskab og donation styrker Mino Danmarks legitimitet og eksistensberettigelse.
Det gør en forskel og styrker foreningens muligheder for at lykkes med at skabe et lige samfund, uanset etnisk baggrund.
Hvert eneste medlemskab og donation styrker Mino Danmarks legitimitet og eksistensberettigelse.
Det gør en forskel og styrker foreningens muligheder for at lykkes med at skabe et lige samfund, uanset etnisk baggrund.